Ajansa dengûbasan ya fermî ya hikûmeta Sûrî dibêje, karbidestekê wezareta neftê got şeva Yêkşembî komeleka çekdaran li bakura bajêrê Deir el-Zour, borîyek gazê teqand. Wî karbidestî got nêzîkî 1.5 metrên sê car gaz li cihê teqadî çûye, û got ev êrîşe encamên xirab dê liser berhem anîna hêza elektrîkê li wî welatî hebe.