Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevdîtinên Çekdanîna PKK’ê bi Ocalan re Berdewam in


Çekdarên PKK'ê.
Çekdarên PKK'ê.
Piştî ku Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, di serdaneke xwe ya bajarê Urfa’yê de banga çekdanînê û rawestandina tundûtujîyê li serhildayên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) kir, gotûbêjên li ser çareserîya vê kêşeyê xurt bûn.

Di medya Tirkîyê de do Duşemê hate ragihandin, 23’yê meha duwazde roja Yekşema borî, karbidestên îstixbarata Tirkîyê li girava Îmralîyê bi Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan re bi qasî 4 demjimêran hevdîtinek pêk anîne.

Serokwezîr Erdogan, berîya ev hevdîtin eşkere bibin gotibû, ‘Êdî bila şidet raweste, siyaset bipeyive. Bila rêxistin êdî destê xwe ji têtikê bikişîne, çekan binerd bike.’

Şêwirmendê giştî yê serokwezîr Yalçin Akdogan, piştî belavbûna nûçeyên derbarê hevdîtinan de, dibêje, ‘Armanc ne bêdengkirina çekan e, ev xebat li ser danîna çekan e ku her cure hewildan jibo me girîng in.’ Ew, bibîr dixe, jiber ku ne diyare wê çi encam ji hevdîtinan derkeve divê hêvî û bendewarîyeke mezin nedin bîragiştî.

Her ku hîna ji alîyê rêvebirîya PKK’ê ya Qendîlê ve derbarê hevdîtinan de, tu daxuyanî nehatine jî, parlemanterên BDP û rêvebirên li Ewropa yên PKK’ê destpêkirina hevdîtinan bi awayekî erênî dinirxînin. Lê di nîqaşên li ser encam girtina hevdîtinan de, guman û metirsîyên xwe jî bilêv dikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:15 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG