Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Sûrîyê Firîngehekê li Bakurê Welêt Kontrol Dikin


Çalakvanên opozisyona Sûrî dibêjin, hêzên hikûmetê û serhilda roja Çarşemê ketine nav şerekî giran li nêzîk firîngehekê li parêzgeha Îdlib ya bakurê welêt.

Ev şer tê holê rojekê piştî ku pevçûnên ji vî rengî bûn sedema ku karbidest firîngehê bigirin.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan ku bingeh li Brîtanyayê ye dibêje, serhildayan êrîşek li firîngeheke leşkerî nêzîkî Teftenaz destpê kirine. Çavdêrîya Sûrî dibêje ku grupên mîlîtan yên Îslamî di vî şerî de beşdar in.

Heta nuha piştrastkirineke fermî ji aliyê hikûmetê ve nehatiye kirin.
Firokeyeke şer ya hikûmetê roja Sêşemê girte ser hin deverên di dest opozisyonê de li Helebê. Jiber

Jiber êrîşên serhildayan, desthilatdaran girtina firîngeha li bajêr ragihandin.
Çalakvanên dijî hikûmetê herwiha şerekî giran li devera Dareya ya ser bi Şama paytext ragihandin.

Hêzên opozisyonê dibêjin, bi kêmanî 75 kes roja Sêşemê li seranserî Sûrîyê hatine kuştin.
XS
SM
MD
LG