Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevanê New York Times ji Çînê Tê Derxistin


Çîn dibêje, ew serlêdana vîza ya rojnamevanekî New York Times dide ber çarvan, piştî ku rojnameyê got, ew neçar maye ji welêt derkeve jiber paşxistina erêkirinê.

Rojnameya Amerîkî dibêje, nûçegihanê kevnar yê Çînê Chris Buckley “neçar ma ji erdê Çînê derkeve” piştî ku desthilatdaran red kirin vîza wî di dawî salê de jêre nû bikin.

Wezareta derve ya Çînê roja Pêncşemê ew tawanbarî red kir û got ku ew nûçe ne rast e, lê ti zanînên zêdetir neda.

Hêjayî gotinê ye, hikûmeta Çînê malperên zimanê Îngilîzî yên New York Times sansûr kiriye, piştî ku têde gotareke berfireh derbarê dewlemendîya Serokwezîr Wen Jiabao hate weşandin.
XS
SM
MD
LG