Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

TRT: 12 Çekdarên PKK’ê û Leşkerekî Tirk Hatin Kuştin


Medyaya ser bi dewleta Tirkîyê roja Sêşemê ragihand ku di şer û pevçûnên navbera leşkerên Tikrîyê û serhildayên Kurd li başûra rojhilata Tikrîyê, 12 serhildayên Kurd û leşkerekî Tirk hatin kuştin.

Grupeke serhildayan şeva Duşemê ji bakura Îraqê derbasî axa Tirkîyê bûn û leşkerek kuşt û du leşkerên din birîndar kirin. Artêşê bersiva êrîşa serhildayan da û bi kêmî ve 12 çekdar kuştin, li gorî TRT’ê.

Êrîşa li Hekarî di demekê de ye ku hevdîtina karbidestên Tirkîyê bi rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê re berdewam in.

Li gorî karbidestan, armanca hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re çekdanana PKK’ê ye.
XS
SM
MD
LG