Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Afganistanê li Washington e


Biryar e ku Serokê Afganî Hamid Karzai îro Pêncşemê li Washington ligel Wezîrê Berevanîya Amerîkî Leon panetta û Wezîra Derve Hillary Clinton kom bibe, li vê dema ku rêvebirîya Obama paşeroja artêşa Amerîkî li Afganistanê gotûbêj dike.

Tê çaverê kirin ku birêz Karzai destpêka Pêncşemê ligel Wezîrê Berevanîyê Panetta kom bibe, piştî xêrhatineke leşkerî li Pentagon’ê jibo rûmeta wî.

Serokê Afganistanê êvara Pêncşemê jî ligel Wezîra Derve Hillary Clinton kom dibe, paşê bihevre careke din li ser şîvê dicivin.

Danûstandinên birêz Hamid Karzai ligel Pentagon û Wezareta Derve ya Amerîkî tên kirin rojekî berî kombûna wî ligel Serokê Amerîkayê Barack Obama. Tê çaverê kirin ku rêberên herdu welatan pirsgirêkên ewlekarî li Afganistanê giftûgo bikin, piştî Washington biryar standiye ku hêzên wê sala 2014’an ji Afganistanê derdikevin.

Hêjayî gotinê ye, nuha 68 hezar leşkerên Amerîkî li Afganistanê dimînin.
XS
SM
MD
LG