Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Banga Veguhastina Sîyasî li Sûrîyê Dike


Nûnerê navneteweyî Lexder Brahîmî, cîgirê wezîrê derve yê Rûsî Mîxayîl Bogdanov (rast) û alîkarê wezîra derve ya Amerîkî William Burns li Jinêvayê.
Nûnerê navneteweyî Lexder Brahîmî, cîgirê wezîrê derve yê Rûsî Mîxayîl Bogdanov (rast) û alîkarê wezîra derve ya Amerîkî William Burns li Jinêvayê.
Rûsya banga proseya veguhestineke siyasî li Sûrîyê dike, lê di heman dem de nema behsa çûna Esed dike wekî beşek ji rêkeftinekê ku nakokîya welêt bi dawî bîne.

Wezareta Derve ya Rûsya roja Şemîyê di daxuyanîyekê de ragihand ku Moskow dibêje, tenê gelê Sûrîyê dikarin biryara paşeroja xwe bikin, bêy maytêkirina ji derve.

Wezareta Derve herwiha banga dawîhatina demûdest ya xwînrijandin û tundûtûjîyê kir.

Daxuyanîya Wezareta Derve ya Rûsyayê herwiha daxwaza pêşkeşkirina alîkarîyê bo xelkê Sûrîyê kir, di nav wan de penaber û ew kesên ku li nav Sûrîyê ji deverên xwe bar kirine.

Roja Înîyê nûnerê navneteweyî Lexder Brahîmî û karbidestên Rûs û Amerîkî li Jinêvayê civîyan.

Brahîmî got, hemû alî li ser pêdivîya vedîtina çareyeke siyasî tekez kirin, lê belê ew mikur hat ku çareserkirina nakokî zû pêk nayê.
XS
SM
MD
LG