Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

50 Welat Dixwazin Doza Sûrîyê Bibin Dadgeha Navneteweyî


Bi serkêşîya Swîsreyê, bêtirî 50 welat dê roja Duşemê ji Civata Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî daxwaz bikin ku Sûrîyê bibin Dadgeha Tawanan ya Navneteweyî. Ev gav dê rîyê jibo eşkerekirina tawanên şer li wî welatî veke.

Nameyek ku gihişte Ajansa Associated Press ya nûçeyan bi belgeh êşkence, tundûtûjîya seksî û îdamkirinan ku li Sûrîyê pêk hatine ji destpêka serhildanê di Adara 2011’an de diyar dike.

Li dema ku tundûtûjî li Sûrîyê berdewam dike, rêxistinên mirovahî bang li civaka navneteweyî dikin ku alîkarîya xwe jibo penaberan zêde bikin, ew penaberên ku jiber krîzê ji malên xwe revîyane.

Komîteya Hawarçûna Navneteweyî anku “IRC” raporteke nû roja Duşemê derxist têde hişyarîyê dide ku ew herêm rastî bobelateke mirovahî ya mezin tê. Raport herwiha xuya dike ku penaber bê bîmeya saxlemîyê ne û gelek ji wan rastî tundûtûjîya seksî tên, ev sedemek e ku gelek ji Sûrîyê derdikevin.
XS
SM
MD
LG