Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamenterekî Sunnî li Îraqê Hate Kuştin


Bi sedema êrîşeke xwekujî li Îraqê, parlamenterekî Sunnî hate kuştin.

Di teqîna roja Sêşemê de li bajarê Felluce, heft kes hatin kuştin.

Parêzgarê Enbarê Qasim El Fehdawî dibêje ku parlamenter Îfan Sedûn El Îsawî hate kuştin dema ber bi xwepêşandaneke li dijî hikûmeta Îraqî diçû.

Pêş du rojan jî otomobîla wezîrê darayî yê Îraqê Rafî El Îsawî, yê Sunnî, rastî teqînekê hat.

Parlamenter Îfan El Îsawî û wezîr Rafî El Îsawî ser bi yek eşîret û yek partîya sîyasî ne.

Xwepêşandana Sunnîyan li Enbar û parêzgehên din yên piranî Sunnî li dijî hikûmeta bi rêberatîya Şîeyan berdewam e.
XS
SM
MD
LG