Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helîkopterek li London'ê Ket


Li paytexta Îngilîzistanê, London karbidest dibêjin, helîkopeterek roja Çarşemê bi ser kolanekê li navenda bajêr hate xwarê ku di encama wê de ajotvanê wê ligel kesekî li erdê hatin kuştin. Herwiha 13 kesên din jî birîndar bûne.

Helîkopter li başûr Çemê Thames ket ku herwiha nêzîkî stasyona Vauxhall û ofîsa ajansa îstixbaratan ya MI6 e.

Polîsan gotin, yek kes xwedî birînên kûr e. Şeş kesên din jî jiber birînên sivik hatin rakirin bo xweşxaneyeke nêzîk cihê bûyerê. Xizmeta Abulansa London jî ragihand ku heft kesên din her li cihê ketina helîkopterê hatin derman kirin.
XS
SM
MD
LG