Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Termên Sê Çalakvanên Kurd Digihêjin Tirkîyê


Termên sê çalakvanên Kurd ku hefteya bihurî li Fransayê hatibûn kuştin, roja Çarşemê gihiştine Tirkîyê da ku werin veşartin.

Termên sê jinên kuştî Çarşemê bi şev gihiştin bajarê Dîyarbekirê. Rêwresmên veşartinê roja Pêncşemê pêk tên.

Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Solyemez 10'ê vê mehê li Navenda Zanyarîyên Kurdî li Parîsê kuştî hatibûn dîtin. Cansiz endameke damezrênêr ya Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû..

Tirkîyê pêşniyar dike girêdanek di navbera kuştina van jinan û danûstandinên hikûmeta Tirkîyê û rêberê zindankirî yê PKK Abdullah Ocalan de heye, lê çalakvanên Kurd dibêjin ku dibe ku ev yek karê radîkalên Tirk be.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG