Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kirîza Barimteyanli Cezayîrê Hêşta Ne Xuya ye


Kirîza barimteyan di navendeka berhemînana gazê de li Cezayîrê roja Heynî dikeve roja sêyem û hêşta çarenivîsê barimteyan ne xuya ye.

Hêzên Cezayîrî, roja Pêncşem bi ser wê navendê de girt, jimareka ne dîyar ya karkerên bîyanî û xwecihî hatin azad kirin, lê jimarek barimteyan hatîne kuştin.

Hikûmetên bîyanî ku ne hatine agehdar kirin sebaret hêrîşa hêzên hikûmetê, ne rehetin li hember çaernivîsê 41 rehîneyan di navenda berhemînana gazê de.

Bi kêmî 4 rehîne bi silametî rizgar bûn ku 3 ji wan Japonî û yekî Îrlandî. Lê hêşta çarenivîsê girtîyên dî, ji Amerîka, Japon, Nerwîc, Romanîya, Filipîn, Brîtanîya, Fransa, Malîziya û Aiwsturiya, ne dîyar e.
XS
SM
MD
LG