Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Afrîkî li Malî Reng e Duqat Bibin


Karbidestên Neteweyên Yekbûyî dibêjin, hêza Afrîkî ku nuha tê şandin bo Malî dikare jimara xwe ya 3300 leşker duqat bike, li dema ku pirtir leşker tên xwestin da ku bibin alîkar jibo vegerandina kontrolê ji bin destên mîlîtanên Îslamî ku bakurê welêt di dest wan de ye.

Balyozê Ivory Cost li NY Youssoufou Bamba, yê ku nûnertîya Civata Aborî ya Welatên Rojavayê Arfîka li NY dike, dibêje ku dora 1000 leşker nuha li Malî ne. Wî roja Sêşemê bang li Civata Ewlekarîyê kir ku alîkarîya diravî û logistîk jibo operasyonan pêşkêş bike.

Hêzên Fransî û Malî mîlîtanên Îslamî rawestandine ku ber bi başûr biçin.

Nûçegihaneke Dengê Amerîka li bajarê Gao dibêje ku piranîya mîlîtanên Îslamî ji hefteya borî de ji bajêr revîyane, piştî ku firokên şer yên Fransî deverên wan bombebaran kirin.
XS
SM
MD
LG