Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bergumanên Destavêtin û Kuştina Xwendekara Hîndî Derdikevin Pêş Dadgehê


5 mêrên ku bi destavêtin û kuştina xwendekareke 23 salî li paytaxta Hîndistanê, New Delhi, tên tawanbar kirin, îro Pêncşemê derdikevin pêş dadgehê.

Tê çaverê kirin ku dadgeh guhdarîya gotûbêjên li ser dozê bike. Bi kêmî ve tê çaverê kirin 2 berguman xwe wekî ne gunehbar di vê dozê de ragihînin.

Parêzerên berevanîyê dibêjin, ev mêr ji alîyê polîsan ve hatine êşkence kirin da ku mikur werin.

Dozger dibêjin, belgeya DNA, tomarên telefonê û îfadeya qurbanîyê dê doza wan îsbat bike.

Rêvebirekî girîng yê dozgeran gotiye ewê daxwaza cezayê mirinê jibo her 5 zilaman tawanbar bixwaze.

Tê ragihandin ku bergumanekî din cuda tê darizandin, jiber ku ew li jêr temenê qanûnî ye.

Dadgeha taybet jibo vê dozê hate damezrandin bi sedema ku sîstema dadwerîyê li Hîndistanê gelek hêdî kar dike.
XS
SM
MD
LG