Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Îraqî: Herî Kêm 5 Xwepêşandêr li Feluce Hatine Kuştin


Karbidestên Îraqî dibêjin, hêzên wan bi kêmî ve 5 xwepêşandêr li bajarê Feluce kuştin, jimareke din jî birîndar kirin.

Karbidestên polîsan dibêjin, xwenîşandêr bi rê ketibûn ku pişikdarî li xwepêşandaneke dijî hikûmetê bikin, dema polîsan rê li ber wan girtibû.

Xwenîşandêran dû re bi keviran êrîşî hêzên ewlekarîyê kirin û polîs jî neçar man ku bersîva wan bidin.

Jêderên nexweşxaneyê piştrast kirin ku herî kêm 5 kuştin qewimîn.

Xwenîşandêrên Sunnî meha borî derketin kolanan ku Serokwezîr Nurî El Malikî û desthilata Şîayan proteso bikin.

Xwenîşandêrên Sunnî îdîa dikin ku hikûmeta Malikî sîyasetên neyarane li dijî wna rêve dibe.
XS
SM
MD
LG