Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Me Tu Caran Piştgîrîya Rejîma Esed Nekirîye


Sergey Lavrov.
Sergey Lavrov.
Hikûmeta Rûsyayê ragihand ku Moskow tu caran piştgîrîya rejîma Beşar El Esed li Sûrîyê nekirîye.

Wezîrê derve yê Rûsî Sergey Lavrov roja Duşemê got ku Rûsya piştgîrîya alîyekê bitenê yê qeyrana Sûrîyê nake. Lavrov welatên din rexne kir ku bi xeletî helwêsta Rûyayê hemberî Sûrîyê şirove dikin, li gor gotina wî.

Lavrov got ku armanca me ew e ku rewşa Sûrîyê tenah bibe da ku gelê Sûrîyê bixwe biryarê li ser çarenûsa xwe bidin.

Roja Yekşemê jî Serokwezîrê Rûsyayê Dmitry Medvedev got ku derfeta mana desthilata serokê Sûrî Beşar El Esed roj bi roj kêmtir dibe.

Rûsya hevalbenda rejîma Sûrîyê ye û heta niha sê caran biryara Civata Tenahî ya Neteweyên Yekbûyî li dijî rejîma Sûrîyê veto kirîye.
XS
SM
MD
LG