Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Meymûnekî Dişîne Valahîya Esmanî

Televizyona ser bi dewleta Îranê ragihand ku Komara Îslamî bi awayekê serkeftî meymûnek şande valahîya esmanî.

Li gorî raporteke televizyona dewletê roja Duşemê, bi şandina meymûnî, Îran pêngavekê nêzîktir dibe li armanca xwe jibo şandina mirovî bo valahîya esmanî.

Hate ragihandin ku ew meymûn di nav roketekê de 120 kîlometran bilind bû û bi selametî vegerîya ser erdî. Lê belê dem û cihê avêtina roketê nehate eşkerekirin.
This item is part of
XS
SM
MD
LG