Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Artêşa Misirê Hişyarîya Herifîna Dewletê Dide


General Ebdulfetah El-Sîssî
General Ebdulfetah El-Sîssî
Serokê Encûmena Bilind ya Hêzên Çekdarî li Misirê hişyarîyê dide ku krîza siyasî li welat dikare bibe egera herifandina dewletê.

Ebdulfetah El-Sîssî, yê ku wekî wezîrê berevanîyê jî kar dike, ev axaftin roja Sêşemê li akademîya leşkerî kir.

Şevê din, bi sedan xwepêşanderên dijî hikûmetê kolanên bajarên Misirê tijî kirin, tevî qanûnên rewşa awarte û qedexekirina çûn û hatinê.

Qedexekirina hatin û çûnê cara yekê şeva Duşemê destpê kir û serok Misirê Mihemed Morsî rewşa awarte roja Yekşemê ragihandibû.

Xwepêşanderan li çend bajaran nerazîbûna xwe hember ragihandina rewşa awarte nîşan dan ku biryar e bi kêmî ve mehekê dirêj bike.

Li Qahîre ya paytext, xwenîşanderan kevir avêtin polîsan. Wekî bersiv, polîsan gaza îsotê bikar anîn.
XS
SM
MD
LG