Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malpera Fermî ya Nûrî El Malikî Hate Hakkirin


Karbidestên Îraqî dibêjin, malpera fermî ya serokwezîrê Îraqî Nûrî El Malikî roja Şembî hate hakkirin.

Grupeke bi navê ‘Team Kuwait Hackers’ wêneyê du jinên xemgîn li malpera Malikî danabû. Wan jinan piştgîrîya xwe jibo wan Îraqîyan dîyar kiribû ku li dijî zordarîyê xebatê dikin.

Ev cara duwemîn e ku malpera serokwezîrê Îraqê bihête hakkirin.

Birêz Malikî rû bi rûya qeyraneke sîyasî dibe û gelek şirîkên wî yên hikûmetê nerazîbûna xwe hemberî rêbazên wî dîyar dikin.
XS
SM
MD
LG