Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hollande Serdana Leşkerên Fransî li Malî Dike


Serokê Fransî li bajarê Timbuktu, Şembî, 2'ê Şubatê, 2013.
Serokê Fransî Francois Hollande roja Şembî serdana welatê Malî kir, sê heftîyan piştî artêşa Fransî operasyonek li dijî çekdarên Îslamî destpê kir.

Hollande li destpêkê çû bajarê Sevare û paşî serdana bajarê kevinar yê Timbuktu kir, ku li roja Yekşemê ji layê hêzên Malî û Fransî ve hate kontrolkirin, piştî ku bo nêzîkî salekê di bin destê çekdarên Îslamî de bû.

Di gotarekê de, Hollande got artêşa Malî roleke mezin hebû di azadkirina bajaran de.

Hikûmeta Amerîkî alîkarîya operasyona artêşa Fransî kir li Malî, lê belê leşker neşandin wî welatî.
XS
SM
MD
LG