Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Termê Jineke Amerîkî li Stenbolê Tê Dîtin


Xanim Sierra li vê hotêla zer dima, berî ku winda bibe.
Xanim Sierra li vê hotêla zer dima, berî ku winda bibe.
Raporên medya Tirk dibêjin, desthilatdaran termê jinekê dîtiye ku tê bawer kirin yê jineke Amerîkî. Berî mehekî jinek ji New Yorkê li dema bînvedanê li Stenbolê winda bûbû.

Polîs dibêjin ew lêpirsê vê dozê ligel 10 kesan bi kêmanî dikin.

Ajansa Anatolia ya nûçeyan ku ser bi dewletê ye dibêje, termê jineke bi navê Sari Sierra roja Şemîyê li ba kavilên dîwarê bajarê kevin hate dîtin.

Ajansa Anatolia dibêje ku term ligel serîyekî hatiye dîtin, li vê dema ku rojnameya Hurriyet li ser zarê polîsan dibêje ku reng e qurbanî heta mirinê hatibe kêr kirin. Sedema mirinê bi fermî nehatiye eşkere kirin.

Xanim Sierra ya 33 salî, dayîka du zarokan bû. Ew 21’ê meha yekê winda bûbû.

Zanyarên derbarê cihê wê bala raya giştî li Tirkîyê kişandibû, jiber ku windabûna tûrîstan dîyardeyeke kêm tê dîtin.

Polîsên Stenbolê yekîneyeke taybet jibo dîtina wê danîbû.
XS
SM
MD
LG