Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YouTube jibo 30 Rojan li Misirê Hate Berbendkirin


Dadgeheke Misirî biryar da ku malpera YouTube jibo 30 rojan li wî welatî bihête berbendkirin.

Dadwer Hesûne Tewfîq roja Şembî biryara qedexekirina YouTube da jiber belavkirina vîdyoyekê ku bêrêzî bi Îslam û pêxember Mihemed dike.

Wek nerazîbûn hemberî wê vîdyoyê, li meha Îlona 2012’ê xwepêşandan li 20 welatan hatin kirin û bi kêmî ve 50 kes di tundûtûjîyan de hatin kuştin.

Li gor destûrê nû yê Misirê, bêrêzkirina ol û pêxemberan hatîye qedexekirin.
XS
SM
MD
LG