Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kartêkirina Barîna Berfê li Bakur Rojhilata Amerîka


Piranîya wîlayetên bakur rojhilata Amerîkî, di nav de bajarên New York û Boston, ji nav baroveke mezin ya berfê derdikeve. Nûçegihanê Dengê Amerîka Kent Klein di vê derbarê de ev raport amade kiriye.
Bahoza berfê ya herî mezin di deh salên dawî de, roja În û Şemîyê li bajarê New York û şeş wîlayetên New England da ku di encama wê de otomobîl nikarîbûn bilivin û rûniştvan bê elektrîk man.
Ji ber vê berfê, bi kêmanî pênc kes hatin kuştin.
Bêtirî 650 hezar xanî û cihên kar li wê herêmê bi elektrîk man û karbidest dibêjin, dibe ku ronahî heta çend rojan venegerin.
Firîngehên New York û Boston roja Şemîyê carek din vebûn, piştî ku bêtirî pênc hezar geştên asmanê hatibûn betalkirin.
Şofêr û karkerên hawarçûnê li ser kolanên giştî ku bi berfê hatibûn girtûn, astê mabûn.
Li wîlayeta New York, dora 30 senîtmetr berf barîya. Di encamê de, fermandarê wîlayetê Andrew Cuomo bang li xelkê kir ku dernekevin ser rêyan.

Birêz Cuomo dibêje, “Ez daxwaz ji xelkê wîlayetê dikim ku îro vî tiştî bidin ber çavan. Eger te pêdivî nebe jibo pirsgirêke gelekî pêwîst derkevin, ji malê dernekevin.”
Wîlayetên li rex New York, Massachusetts û Connecticut hîn bêtir di bin berfê de hatin veşartin. Li nêzîkî bajarê Westport, leza ba gihişte heta 132 kîlomteran her demjimêrekê.
Li Boston, fermandarê Massachusetts Deval Patrick qedexekirina ajotinê li seranserî wîlayetê ferz kir.

Birêz Partick dibêje, “Piştrast bike ku we xwarinên sereke û derman li malê hebe. Û ji wê yekê re amade bin ku di 24 yan 48 demjimêrên bê de li mal asê bimînin.”
Rewşa awarte ji alîyê fermandarên wîlayetên Massachusetts, New York, Connecticut, Rhode Island û Maine ve hatine ragihandin.
Dihate çaverê kirin ku lehî li beravên Connecticut, New York û New Jersey rabe, cihên ku hîn hemwelatî ji ber kartêkirina bahoza mezin ya Sandy ku meha 11’ê ji sala borî li wan dabû,dinalin.
Pispor dibêjin, dibe ku ev bahoz wekî xurtbûna bahoza berfê ya sala 1978’an be, ya bû egera girtina devera New England bo çend rojan.

Jibo guhdarîkirina vê raportê bi dengê Sîrwan Qiçço, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG