Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Xwe bo Serdana Serok Obama Amade Dike


Serok Barack Obama li meha Adarê serdana Îsraîlê dike, ku yekemîn serdana wî ye wek serok bo wî welatî.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dibêje, serdana serok Obama nîşanek e ku hevalbendîya navbera Amerîka û Îsraîlê gelek bihêz e.

Birêz Netanyahu herwiha got ku di wê serdanê de gotûbêj li ser sê pirsên serekî dihêne kirin: bernama navokî ya Îranê, şerê navxweyî li Sûrîyê û danûstandina aştîya navbera Îsraîl û Felestînîyan.

Li serdana xwe bo wê deverê, serok Obama herwiha diçe Kinara Rojava û bi rêberên Felestînî re kom dibe.
XS
SM
MD
LG