Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîhan Koreya Bakur Şermezar Kir


Hikûmet û rêberên seranserê cîhanê ceribandina navokî ya vê dawî ji alîyê Koreya Bakur ve şermezar dikin.

Serok Barack Obama di daxuyanîyekê de, ew test wekî “gelek provakatîv” binav kir. Serok Obama got, ev yek aramîya herêmî binpê dike û Koreya Bakur ewletir nake. Serok herwiha banga karekî navneteweyî yê bilez û bawerpêkirî kir, wekî bersiv bo vê gava Koreya Bakur.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon ev gav wekî gaveke “ne aram” binav kir. Wî got, ev test “binpêkirineke zelal û rijd e” jibo cezayên li ser Pyongyang jiber ceribandinên navokî û mûşekan.

Herwiha NATO’yê ragihand, testa navokî û avêtina rokêtan li sala bihurî ji alîyê Koreya Bakur ve, “gefeyeke rijd e jibo aştî, ewlekarî û tenahîya cîhanî.”

Çîn, hevpeymana sereke ya Koreya Bakur, nerazîbûna xwe hemberî testa navokî ya Pyongyang dîyar kir.

Heta bi Îranê jî rexne li vê cerbiandinê girt. Amerîka bawer dike, Îran bixwe jî programa çekên navokî pêşve dibe.

Herwiha welat û alîyên din wekî Koreya Bakur, Japon, Yekîtîya Ewropa, Brîtanya, Fransa û Rûsya jî ev test şermezar kirin.
XS
SM
MD
LG