Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Gotara Salane Pêşkeşî Welatî Dike


Serok Barack Obama şeva Sêşemê gotara salane ya serokatîyê pêşkeşî welatî dike, ku bi State of the Union tê naskirin.

Serok gotara xwe li pêş herdu civatên Kongresê pêşkeş dike û bi rêya televizyonê li seranserê welatî tê weşandin.

Çaverê tê kirin ku di gotara vê salê de Serok girîngîyeke taybet bide pirsgirêka aborî ya welatî.

Serok herwiha ji Kongresê dixwaze ku reformên qanûna koçberî û kontrola çekan pesend bike.

Li gorî destûrê Amerîkî, pêdivî ye ku Serok li Kongresê amade be û gotarê derbarê rewşa welatî pêşkeşî Kongres û gelê Amerîkî bike.

Piştî gotara Serok, Senatorê wîlayeta Florida Marco Rubio di gotarekê de bersiva Partîya Komarî ya opozisyon hember gotara Serok tîne ziman.
XS
SM
MD
LG