Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Berdewam Çekan Difroşe Sûrîyê


Serokê ajansa kompanya firotina çekan ya dewleta Rûsyayê dibêje, ew bi berdewamî çekan dişînin hikûmeta Sûrîyê, lê çekên wan jibo armancên êrîşkar nayên bikar anîn.

Serokê kompanya Rosoboronexport Anatoly Isaikin, di civîneke ragihandinê de got ku Rûsya kontraktên heyî bicîh tîne. Wî got, tevahîya kontraktan qanûnî ne jiber ku tole û cezayên Neteweyên Yekbûyî tune ne ku firotina çekan ji Sûrîyê re qedexe dike.

Rûsya û Çîn 3 pêşnîyarên Civata Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî li dijî Sûrîyê veto kirûbûn û bal kişandibûn ku divê krîza heyî bi rêberîya hikûmeta Sûrî, beyî hebûna maytekirina derve çareser be.

Neteweyên Yekbûyî roja sêşemê ragihand ku nêzîkî 70.000 kes ji meha Adara 2011ê anku ji destpêbûna serhildana dijî Serok Beşar Esed hatin kuştin.

Komîsyona Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî meha borî eşkere kiribû ku 60.000 kes di encama çer û pevçûnan de hatine kuştin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan jî ragihand ku nêzîkî 200 kes di tundûtûjîya li seranser welêt de hatin kuştin ku piranîya wna şervanên serhilda û yên hikûmetê ne.
XS
SM
MD
LG