Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Amerîkî Hewil Didin Nasnameya Kesê Şewitî Dîyar Bikin


Polîsên California ya Amerîkî dibêjin ku paşmayên mirovan di koxeke şewitandî de li nêzîkî bajarê Los Angeles hatiye dîtin, cihê bergumanê kuştinekê xwe tê de veşartibû.

Ofîsa Polîsan ya devera San Bernardino roja Çarşemê daxuyanîyek belav kir ku tê de dibêje, bijîşkên pispor dê hewil bidin ku nasnameya vî termî eşkere bikin.

Polîs bawer dikin ku mirovê di xanîyekî darî de, Christopher Dorner bû, yê ku jiber 3 kuştinan dihate xwestin.

Dorner herwiha li ser înternetê ragihandibû ku ewê şerekî li dijî serbazên polîsan û malbatên wan destpê kiriba.

Christopher Dorner ku berî çend salan ji karê xwe wekî serbazê polîsên Los Angeles hatibû qewirandin.

Ew bibû hefteyek ku Dorner ji qanûnê direvîya, piştî keça rêvebirekî polîsan û dergustîyê wê di otomobîla wî de kuştî hatibûn dîtin.

Tê ragihandin, 2 qurbanîyên din jî hene kuew jî serbazên polîsan bûn.
XS
SM
MD
LG