Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Afganistan ji Daxuyanîya Obama ya Ser Vekêşanê Razî ye


Hikûmeta Afganistanê, bi germî pêşwazîya daxuyanîyên Serokê Amerîkî Barack Obama kir ku gotibû hêzên welatî wî di sala bê de ji Afganistanê vedikêşin.

Birêz Obama ev soz roja do Sêşemê li gotara xwe ya salane de, li hember Kongresê ragihand.

Serok Obama got, nêzîkî nîva hêzên Amerîkî ku niha li Afganistanê ne, dê di nav salekê de vegerin Amerîka.

Ofîsa Serokê Afganî Hamîd Karzayî roja Çarşemê got ku “gotinên birêz Obama tiştek bû ku Afganistan zû ve dixwest.”

Ofîsa Serokê Afganistanê herwiha got, vekêşana hêzên bîyanî dê alîkarîya gelê Afganî bike, aştî û ewlekarîya welatê xwe piştrast bikin.

Hêjayî gotinê ye, nêzîkî 34 hezar leşkerên Amerîkî li Afganistanê mane.
XS
SM
MD
LG