Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xameneyî: Kesek Nikare Îranê ji Avakirina Çekên Navokî Rawestîne


Mezine rêberê Îranê dibêje ku welatî wî naxwaze çekên navokî ava bike, lê di heman demê de got ku ti welat nikare Îranê ranewestîne eger ew bixwaze vî tiştî bike.

Ayetollah Ali Xameneyî, yê ku biryara dawî ya Îranê di dest wî de ye, roja Şemîyê got ku Îran piştgirîya hilanîna çekên navokî dike.

Rêberê bilind yê Îranê li ser malpera xwe bi gotinên xwe got, “Em bawer dikin ku divê çekên navokî nemînin. Em çekên atomî naxwazin.” Lê rêberê Îranî pêde çû û got ku eger Îran nêt hebe van çekan bidest bixîne, ti welatê din nikare têkev rîya wê.

Karbidestên Îranê gotine ku fermaneke olî ji alîyê Xameneyî jibo qedexekirina çekên navokî, ferzeke li ser Komara Îslamî ye.

Welatên Rojava guman dikin Îran çekên navokî ava dike, lê programa enerjîya atomî ya sivîl. Îran vê tawanê red dike. Tehran dibêje ku programa wê ya navokî tenê jibo mebestine aştîyane ye.
XS
SM
MD
LG