Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Behreyn Komeleke Teroristî ya Berguman Eşkere Dike


Hikûmeta Behreynê eşkerekirina komeleke teroristî ya berguman ragihand, piştî tundûtûjîyên bi helkefta duwemîn salvegera serhildana li dijî desthilatdarên Behreynê.

Wezareta Karê Hundir roja Yekşemê ragihand ku heşt endamên komela terorist hatin girtin, ku ji layê Îran, Îraq û Libnanê ve hatîne piştgîrîkirin.

Desthilatdaran Sunnî yên Behreynê Îran a Şîe û hevalbendên wê tometbar dikin bi handana serhildana Şîeyan li wî welatî. Îran van tometan red dike.
XS
SM
MD
LG