Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brahîmî Dixwaze Rejîm û Opozisyona Sûrî li N.Y. Bicivin


Nûnerê navneteweyî Lexder Brahîmî daxwazê li hikûmeta Sûrîyê û opozisyonê dike ku li ofîsên Neteweyên Yekbûyî bicivin jibo encamdana gotûbêjan li ser vedîtina çareserîyeke sîyasî jibo qeyrana Sûrîyê, du salan piştî destpêkirina serhildana li dijî Beşar El Esed.

Di gotarekê de li Qahîre roja Yekşemê, Brahîmî got ku dîyalog bi rêberatîya Neteweyên Yekbûyî li navbera opozisyon û şandeke hikûmeta Sûrî dikare bibe sedem jibo derbasbûn ji “tunnela tarî,” li gorî gotina wî.

Rêberê hevalbendîya opozisyona Sûrîyê Meaz El Xetîb ragihandibû ku ew yê amade ye bi cîgirê serokê Sûrîyê Farûq El Şara kom bibe jibo encamdana gotûbêjan li ser hilweşandina desthilata hikûmeta Esed bi rêyên aştîyane.
XS
SM
MD
LG