Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sarkisiyan jibo Gereke din Dibe Serokê Ermenistanê


Sêrj Sarkisiyan
Sêrj Sarkisiyan
Li gorî encamên destpêkî yên hilbijartinên Ermenistanê , xuya dibe ku Sêrj Sarkisiyan gereke din ya serokatîyê bidest xistîye.

Komisyona Navendî ya Hilbijartinan roja Sêşemê ragihand ku birêz Sarkisiyan nêzîkî 59 ji sedî ji dengan bidest xistîye.

Di hilbijartinên roja Duşemê de, hevrikê werok Sarkisian, Rafî Hovanesiyan yê ku li Amerîka ji dayîk bûye, 37 ji sedî ji dengan bidest xistîye.
Rêjeya dengderan bitenê 60 ji sedî bû.

Dihate çaverêkirin ku birêz Sarkisiyan bi hêsanî serkeftinê li hember her pênc hevrikên sîyasî yên xwe bidest bixîne.

Birêz Hovanesiyan rexne li proseya dengdanê girt û dibêje ku fêl di dengdanê de hatîne kirin.
XS
SM
MD
LG