Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Soz Dide ku Êrîşî Karmendên Hikûmetê Bike


Talîbanê îro Pêncşemê soz dide ku ewê karmendên hikûmetê û sîvîlên din yên Afganî bikin armanc ku ligel Amerîkîyan kar dikin.

Raporteke Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku kuştinên vî rengî li dijî qanûna navnetewî ne.

Lê, karbidestekî Talîbanê bi navê Zebullah Mucahîd raporta salane ya NY li Afganistanê red kir ku tê de Talîban bi armanckirina sîvîlan tawanbar dike.

Mucahîd qebûl nekir ku tora mîlîtan ji piranîya kuştinên di şerê li dijî hikûmeta Serok Hamîd Karzayî û hêzên navnetewî de berpirs e.

Di raporta ku destpêka vê hefteyê belav bû de, tê gotin ku 2.754 sîvîl sala 2012’an hatine kuştin. Ev yek 12 ji sedî ji rêjeya sala 2011’an kêmtir e.

Li nav şeş salên dawî, ev cara yekê ye ku rêjeya kuştina sîvîlan li Afganistanê kêmtir dibe.

Di raporta ku ji alîyê şanda NY ve li Afganistanê hatîye weşandin de, berpirsîya 81 ji sedî ji van kuştinan dikeve stûyê Talîban û grubên din yên xirabkaran.
XS
SM
MD
LG