Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemantarên BDP’ê Çûn Serdana Ocalan li Îmralîyê


Parlemantarên Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) ku jibo hevdîtinê bi Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan re bikin hatibûn destnîşan kirin, roja Şemîyê ji ser Stenbolê derbasî girava Îmralîyê bûn.

Şandeya BDP’ê ku ji Parlemantarê Diyarbekirê Altan Tan, Cîgira Serokê Gruba BDP’ê li Parlemanê Pervîn Buldan û Parlemantarê Stenbolê Sirri Sureya Onder pêk tê, roja Şemîyê destê sibê ber bi girava Îmralîyê ve bi rê ketin.

Li gor zanyarîyan Serokê PKK’ê cara ewil pêşnîyar û nexşerêya çareserîyê ku amade kiriye, piştî ragihandina ji karbidestên hikûmetê re, bi parlemantarên BDP’ê re jî parve bike.

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demirtaş, roja Înîyê li Stenbolê derbarê hevdîtina Îmralîyê da xuya kirin, peyama ku heyeta wan ji Îmralîyê bîne anku nexşerêyek hebe, ewên hem ji Qendîlê re hem jî ji bîragiştî re eşkere bikin ku wê ji hêla wan ve pêvajo bi awayekî şefaf bajo.

Berdevkê Hikûmeta Tirkîyê û Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç jî do êvarê piştî civîna Desteya Wezîran got, piştî vegera heyetê ewê ji naveroka hevdîtinê agahdar bibin ku divê her kes bi sebir pêvajoyê bişopîne û tevlî encamên wê bibe.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG