Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mirina Zarokekî Rûs li Amerîka, Rûsya Ture Dike


Kremlinê bang li karbidestên Rûs kiriye ku turebûna xwe derxîne, derbarê mirina zarokekî Rûs yê sê salî bi navê Max Shatto yê ku ji alîyê malbateke Amerîkî li Teksasê hatibû wergirtin û xwedîkirin.

Di hevpeyvîneke roja Înîyê de ligel televizyona Dojd ya Rûsî, berdevkê Serokatîya Rûsya Dmitry Peskov got ku ne durist e mirina Shatto wekî kuştin bê nîşan kirin, berî ku karbidestên wîlayeta Teksas vekolîna xwe bidawî bikin.

Lê belê birêz Peskov mukir hat ku vekolerên saxlemîyê li wîlayetê cihê birînan li laşê Shatto dîtine, û hêvî kir ku karbidestên Amerîkî nêzîk çarenivîsa vê dozê eşkere bikin.

Gotinên birêz Peskov hatin kirin, piştî hefteyekê ji daxuyanîyên hestiyar ji alîyê karbidestên Rûs ve derbarê dozê. Komîteya Vekolînan ya Rûsyayê dozeke tawanan roja Sêşemê li dijî diya Shatto, Laura, vekiriye, piştî çavderekî zarokan bi navê Pavel Astaxov îdîa kir ku Laura ziyana laşî li Shatto kiribû. Navê Shatto yê zayînê Maksîm Kuzmin e.

Balyozê Amerîka li Rûsya, Michael McFaul jî ketiye nav vê çîrokê, piştî ku li ser bloga xwe, matmayîna xwe derbarê danûstandina medyaya Rûs ligel vê bûyerê nîşan da.

Birêz McFaul banga dawîkirina “standina sûdê ji bobelateke mirovahî” kir.
Vekolerên saxlemîyê yên Teksasê hîn vekolîna laşê zarokî bidawî nekirine, heta ku karibin sedema rastîn ya mirinê bizanin.

Mirina Max Shatto 21’ê meha yekê pêk hatibû.

Rûsya dawîya sala borî qanûnek derxist ku têde wergirtin û xwedîkirina zarokên Rûs ji alîyê malbatên Amerîkî ve qedexe dike. Karbidestên Rûs îdîa dikin wan ev qanûn derxistiye da ku binpêkirina sîstematîk ya zarokên Rûs ji alîyê dê û bavên wan yên Amerîkî ve rawestînin.
XS
SM
MD
LG