Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîr Kerry Yekemîn Gera Cîhanî Destpê Dike


Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry yekemîn gera cîhanî ya xwe destpê dike, piştî ku di vê mehê de posta mezintirîn diplomatê Amerîkî wergirt û cihê Hillary Clinton girt.

Kerry roja Yekşemê Washington hêla û ber bi London çû.

Di demê 11 rojan de, birêz Kerry serdana neh welatan dike.

Birêz Kerry diçe Brîtanya, Almanya, Fransa, Îtalya, Tirkîye, Misir, Erebistana Saudî, Îmarat û Qeterê.

Kirîza Sûrîyê pirsa serekî ya gera cîhanî ya wezîrê derve ye.
XS
SM
MD
LG