Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve bi Rêberên Birîtanî re Kom Dibe


Birêz Kerry û Serokwezîrê Brîtanî David Cameron, roja Duşem, 25'ê Şubatê, 2013.
Birêz Kerry û Serokwezîrê Brîtanî David Cameron, roja Duşem, 25'ê Şubatê, 2013.
Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry roja Duşemê ligel Serokwezîrê Brîtanî David Cameron û Wezîrê Derve William Hague kom bû.

Birêz Kerry herwiha ligel rêberên Almanya, Fransa, Îtalya, Tirkîyê, Misir, Erebistana Saudî, Îmarat û Qeterê kom dibe di yekem geşta xwe ya derveyî Amerîka de wek wezîrê derve.

Wezareta Derve ragihand ku Sûrîye dê mijara sereke ya gotûbêjan be, dema ku birêz Kerry ligel van rêberên navneteweyî dicive.

Birêz Kerry ev serdan wekî “geşteke guhdarîkirinê” binav kir. Wezîrê Derve yê Amerîka herwisa plan dike ligel rêberên hevpeymanîya opozisyona Sûrî bicive.
XS
SM
MD
LG