Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozisyona Sûrîyê Helwêsta Xwe Guhert


Ahmed Muaz El Xetîb.
Ahmed Muaz El Xetîb.
Rêberên hevalbendîya opozisyona Sûrîyê dibêjin ku ew li konferanseke navneteweyî ya taybet bi Sûrîyê li Romê beşdar dibin, piştî ku hevalbendîyê ragihandibû ku ewê konferans û civînên navneteweyî boykot bikin.

Di peyamekê de, Ahmed Muaz El Xetîb serokê Hevalbendîya Niştîmanî ya Sûrîyê ya opozisyon ragihand ku rêberên hevlbendîyê biryar dan ku li konferansa ‘Hevalên Sûrîyê’ beşdar bin. Ew konferans vê heftîyê li Îtalyayê birêve diçe.

Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry jî roja Duşemê daxwaz ji opozisyona Sûrîyê kir ku beşdarî di civîna Romê ya taybet bi kirîza Sûrîyê de bikin.

Hevalbendîya opozisyonê roja Şembî ragihand ku li civîna ‘Hevalên Sûrîyê’ li Romê beşdar nabin û vexwendinên Moskow û Washingtonê jibo civînan red dikin.

Di daxuyanîyekê de Hevalbendîya Niştîmanî ya Sûrîyê “bêdengîya navneteweyî” hember kuştinên ku rojane li Sûrîyê pêk tên rexne kir û ragihand ku “ev bêdengî wek beşdarîya wan e li du salên tundûtûjîyan.”
XS
SM
MD
LG