Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jean Mari Runiga bi Tawana Dizî û Xîyanetê ji Posta Xwe Avêtin


Koma serhildayên Kongo’yê ya bi navê M23, rêberê xwe Jean Mari Runiga, bi tawana dizî û xîyanetê ji posta wî dûr xist.

Koma çekdar daxuyanîyek do Çarşemê derxist ku tê de dibêje Runiga rê dabû Bosco Ntaganda, generalê berê yê artêşê ku bandorê li çêkirina biryarên girîng yên rêxistinê bike û alozîyan di nav serhildayan de derxîne holê.

M23 dibêje, Runiga herwiha nekarîbû armancên sîyasî yên rêxistinê birêve bibe.

Berdevkê sîyasî yê M23, Bertrand Bisimwa ji Dengê Amerîkayê re guhertina rêbertîya rêxistina xwe piştrast kir û got, dibe ku Runiga revîyabe û tevlî Ntaganda bûbe.

Serhildayên Kongo’yî Makenga wekî rêberê xwe yê demkî destnîşan kirine.
XS
SM
MD
LG