Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Dehan Leşker û Çekdar li Sûrîyê Hatin Kuştin


Çalakvanên Sûrîyê dibêjin bi sedema şer û pevçûnên tund li derdora bajarê El-Riqqe, bi dehan leşkerên rejîm û serhildayên çekdar hatin kuştin.

Rêxistina Sûrî ya Çavdêrîya Mafên Mirvoan roja Şembî ragihand ku şer û pevçûn jibo çend demjimêran berdewam bûn û balafir hatin bikaranîn.

Hevdem, Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry gihişte Qahîre ya paytexta Misirê, piştî serdana xwe bo Tirkîyê bi dawî anî.

Kirîza Sûrîyê pirsa sereke ya civînên birêz Kerry ye bi Ewropa û Rojhilata Navîn re.

John Kerry roja Yekşemê ya bihurî yekemîn serdana xwe bo neh welatên Ewropî û Erebî destpê kir, piştî wek Wezîrê Derve hat destnîşankirin.
XS
SM
MD
LG