Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşberek Xwe li Nêzîkî Mezarên Kerbelayê Teqand


Bi sedema zincîreka teqînan li dijî armancên Şîeyan li Îraqê, bi kêmî ve çar kes hatin kuştin û 14 kesên din birîndar bûn.

Li bajarê Kerbelayê, êrîşberekê xwekuj xwe li navbera herdu mezarên Îmam Husên û Îmam Ebbas teqand.

Herwiha li taxê Husênîye yê Bexdayê, bi sedema teqîna sê bombeyan, herî kêm sê kesên sivîl hatin kuştin.

Bi sedema teqîneke din li taxê Uteyfîye her li Bexdayê, leşkerek hate kuştin.
XS
SM
MD
LG