Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Uhuru Di Hilbijartinên Kenya De li Pêş e


Encamên herî dawî yên hilbijartinên Kenyayê nîşan didin ku Uhuru Kenyatta di pêşbazîya jibo serokatîyê li pêş e.

Ligel ragihandina bêtir ji 40 ji sedî ji deverên dengdanê li roja Sêşemê, birêz Kenyatta li pêş hevrikê xwe yê sereke ye, Serokwezîr Raila Odinga. Lê gorî tê jimartin, ew bi rêjeya 53 bo 41 ji sedî li pêş wî ye.

Birêz Kenyatta ku nuha cîgirê Serokwezîrê Kenya ye, piştgirtineke mezin li bakurê welêt heye, li dema ku hevrikê wî birêz Raila Odinga piştgirtineke mezin li başûr û rojavaya Kenyayê dibîne.

Herdu berbijaran soz dane ku rêzê li encamên hilbijartinan bigirin.

Eger kesek piranîya dengan bidest nexe, dê hilbijartin jinûve li Nîsanê pêk werin.
Li Kenyayê, 14 milyon hemwelatî mafê dengdanê hene.

Hêjayî gotinê, birêz Uhuru Kenyatta rastî darizandina Dadgeha Tawanan ya Navneteweyî tê, jiber beşdarbûna wî di tundûtûjîya tayîfî li wêlet piştî hilbijartinên sala 2007’ê.
Bêtirî 1,100 kes di wê tundûtûjîyê de hatibûn kuştin.
XS
SM
MD
LG