Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tendirustîya Chavez Aloztir Dibe; Rêberên Venezuela Dicivin


Hugo Chavez û du keçên wî, Rosa Virginia (rast) û Maria (çep).
Hugo Chavez û du keçên wî, Rosa Virginia (rast) û Maria (çep).
Cîgirê serokê Venezuela Nicolas Maduro ligel wezîrên hikûmetê, komandarên arteşê û her 20 fermandarên welatî li Caracas kom dibe, piştî rewşa tenduristîya serok Hugo Chavez aloztir bû.

Birayê Hugo Chavêz, Adan Chavez, yek bû ji beşdarbûyên wê civînê.

Di gotaekê de ku li televîzyona ser bi dewletê hate weşandin, Maduro got ku di wê civînê de ew “projeyên stratejîk” dinirxînin.

Hugo Chavez, ku tûşî nexweşîya şêrpenceyê bûye, li dawîya sala bihurî çû Kûbayê û jibo cara çaremîn hate dermankirin û paşî vegerîya welêt.

Li gorî destûrê Venezuela, divê hilbijartinên serokatî pêk bihên eger Chavez şîyan yan jîyana xwe ji dest bide.
XS
SM
MD
LG