Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Teqînên Xwekujî de 18 Kes li Kabulê Hatin Kuştin


Bi sedema du êrîşên xwekujî li Afganistanê bi kêmî ve 18 kes hatin kuştin, li dema ku Wezîrê Berevanî yê Amerîkî Chuck Hagel serdana wî welatî dike.

Karbidest dibêjin bi kêmî ve neh kesên sivîl di teqînên roja Şembî de hatin kuştin ku li dijî avahîya Wezareta Berevanî ya Afganistanê li Kabulê pêk hatin.

Herî kêm 13 kesên din di wan teqînan de birîndar bûn.

Karbidest dibêjin, birêz Hagel dema teqînan di cihekê parastî de bû.

Talîbanê berpirsîyarîya xwe hemberî wan êrîşan ragihand û wek hişyarîyek jibo Wezîrê Amerîkî binav kir.
XS
SM
MD
LG