Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berî Hilbijartinên Serokatîyê, Referandum li Ser Destûra Zimbabwe Tê Kirin


Nexşeya Zimbabwe
Nexşeya Zimbabwe
Hemwelatîyên Zimbabwe piştî hefteyekê berê xwe didin sindoqên dengdanê, jibo destûreke nû berî hilbijartinên serokatîyê ku îsal pêk tên. Rêberên siyasî yên her du alîyan di qadê de bang li hemwelatîyan dikin ku bernivîsê bipejirînin, lê opozisyona berê dibêje ku şerekî mezin lê pêş e, dema ku welat serok hilbijêre.

Wezîrê darayî yê Zimbabwe, Tendai Biti got ku dengdana serokatîyê dê bibe bûyerek qerebalex jibo vî welatê ku li başûrê Afrîkayê dikeve. Wî mînakên zêdebûna tundûtûjîyê berî pêşbazîya hilbijartinan anî.

Lê di serî de, divê dengdarên welêt vê destûrê qebûl bikin. Herdu alîyên siyasî li Zimbabwe, Partîya Biti ya opozisyonê û Partîya ZANU PF ya desthilatdar, hêvî dikin ku destûr were derbas kirin.

Biti ji paytexta Başûrê Afrîka, Pretoria axivî. Nuha Tevgera wî ya Guhertina Demokratîk serdana welatê cîranê xwe dike, da ku bang li 1.5 milyon hemwelatîyên Zimbabwe ku li wir dijîn, jibo dengdanê vegerin welatê xwe.

Reformên destûrî yek ji mercên hevpeymanîya hikûmeta Zimbabwe bû. Hevpeymanî hate damezrandin, piştî hilbijartinên sala 2008'ê yên tund û kêşeliser, ligel hebûna Serok demdirêj Robert Mugabe di serokatîyê de.

Nivîsandina destûrê jî ne karekî hêsan bû. Rêkeftinê salên dirêj bir berî ku were çarçewe kirin, û herdu alîyan encamp wekî bazareke ne sergihayî binav kirin.

Wezîrê darayî Biti dibêje, ew dixwaze dengdar birêz Mugabe ji desthilatê derxînin dema ku hilbijartinên serokatîyê pêk werin. Eger nebû, birêz Biti hişyarî dide, ewê welêt ji encamên xirab ziyanê bibîne.

Li ber e referanduma destûrî Şemîya were lidar bikeve.

jibo guhdarîkirina vê raportê bi dengê Sîrwan Qiçço, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG