Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Roja Hilbijartina Venezuelayê Hate Destnîşankirin


Nicolas Maduro
Nicolas Maduro
Partîyên sîyasî yên Venezuelayê xwe jibo hilbijartinên serokatîyê amade dikin, piştî mirina Serok Hugo Chavez li heftîya bihurî.

Komisyona hilbijartina Venezuelayê roja 14’ê Nîsanê jibo birêveçûna hilbijartinên serokatîyê destnîşan kir, rojekê piştî cîgirê serokî Nicolas Maduro wek serokê demkî yê welatî sond xwar.

Birêz Maduro yek e ji kandîdan û rêberê Opozisyonê Henrique Capriles jî xwe jibo hilbijartina serokatîyê kandîd dike.

Birêz Chavez roja Çarşemê yê bihurî mir, piştî tûşî nexweşîya penceşêrê bû.
XS
SM
MD
LG