Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

‌Her Roj 8,000 Sûrî Dibin Penaber


Penaberên Sûrî li kampeke Urdunê.
Hejmara penaberên Sûrî bi berdewamî zêde dibe, li gorî karbidestekî Neteweyên Yekbûyî.

Komisyonerê N.Y. yê Karûbarên Penaberan Antonio Guterres dibêje li dawîya sala bihurî her roj 3,000 Sûrî dibûn penaber, lê belê li meha Şubat a 2013’ê hejmara penaberan gihişte 8,000 kesan di rojekê de.

Birêz Gutteres dibêje ku eger kirîza Sûrîyê berdewam be, hejmara penaberan gelek zêdetir jî dibe.

Li heftîya bihurî, Neteweyên Yekbûyî ragihand ku nêzîkî yek milyon Sûrî nuha penaber in û 400,000 ji wan li Tirkîyê dimînin.
XS
SM
MD
LG