Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malên Mesîhîyan li Pakistanê Hatin Şewitandin


Mesîhîyên Pakistanê roja Yekşemê xwepêşandan li çend bajarên serekî kirin jibo protestokirina şewitandina malên nêzîkî 100 Mesîhîyan.

Xwepêşandan li Îslamabad a paytext û bajarê Lahor hatin kirin û xwepêşanderan daxwaz kir ku hikûmet malên Mesîhîyan dubare ava bike û selametîya kemîneyan biparêze.

Bi hezaran Musilman roja Yekşemê malên Mesîhîyan li Lahor şewitandin piştî ku hate îdîakirin zilamekî Mesîhî bêrêzî hemberî pêxember Mihemed kirîye.

Bi dehan kes ji layê polîsên Pakistanî ve hatine girtin bi tometa şewitandina malên Mesîhîyan. Herwiha ew zilamê Mesîhî jî hate binçavkirin.
XS
SM
MD
LG