Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Teqînekê de li Parêzgeha Kerkukê Pênc Kes Hatin Kuştin


Iraq kirkuk Map
Iraq kirkuk Map
Karbidestên Îraqî dibêjin, bi sedema êrîşeke xwekujî li polîsxaneyekê li bakura Îraqê, pênc kes hatin kuşt. Di encama çend êrîşên li deverên din yên Îraqê de, şeş kesên din hatin kuştin.

Cîgirê berpirsê polîs li bajarê Kerkûkê, General Torhan Ebdulrehman Yûsif, got ku qurbanîyên êrîşa roja Duşemê li bajarokê Dibis, du polîs û sê kesên sivîl bûn. Li gorî wî berpisrî, 36 kesên din di êrîşê de birîndar bûn, ku xwendekarên dibistaneke nêzîk deverê jî li nav wan bûn.

Bajarokê Dibis nêzîkî Kerkûkê ye ku 290 kîlometran li bakura Bexdaya paytext dikeve.

Jêderên polîs û saxlemîyê dibêjin ku li Bexdayê jî, mîlîtanan pêleke êrîşan destpê kirin ku di encama wê de şeş kes hatin kuştin.
XS
SM
MD
LG